"çima ewqas devokî?"

"çima ewqas devokî?"

https://translatewiki.net/w/i.php?title=MathJax:Mathmenu-WebkitNativeMMLWarning/ku-latn&curid=6745828&diff=9792933&oldid=9786295

Ji ber ku ez tiştekî ji wê devoka dî fêm nakim, kengî ê ye kengî e ye kengî î ye. Ez biceribênim jî wê xelet çêbê. Û kî gotiye ev şiklê ku tu pê dinivîsê ya "ne-devokî" ye, çima çênabim weke xwe binivîsim? Her kes karê li translatewîkî wergerînê kî gotiye hewce ye "bi wî şiklî" bê?

Guherto (talk)11:56, 9 January 2021

Xwelî li serê kurda were. Bila yekî were bi -it binivîse, ê din were bi -i biqedîne, tu peyvên xwe bi -ê biqedîne. Ti car jî ji vî zimanî ti gû nebe. Çawa dixwazî bike.

Balyozxane (talk)14:55, 9 January 2021

"Xwelî li serê kurda were" Yanî ber hemû kurd bimirin? Ev gotineke gelekî ne xweş e, ma ez çi bikim bê ez wî şiklî fêm nakim. "Ti car jî ji vî zimanî ti gû nebe" fêm nakim bê mana vê çi ye. Ne hewce yî wiqasî biqeherê, ev ne Mediawiki bû, Mathjax bû. Jixwe wextê ku ez nizanim ma çawa bi wî şiklî binivîsim ez mediawikiyê wernagerînim lê min dît ku mathjax bi kurmancî nîne xwestim çêkim. Hema nexwestim serê xwe bi wî şiklî biêşînim ji ber ku fêm nakim xelet çêdibê. Bahwer bike ez gelek tişta ne weke devoka xwe dinivîsim, diceribînim bê bikim bê kesên dî rihet fêm bikin lê ez ha wî tiştî fêm nakim.

Guherto (talk)16:53, 9 January 2021
 

Birêz Guherto. Nivîsîn û xeberdan ji hev cuda ne. Ger tu di xeberdanê de wisa telafûz bikî jî ev yek ne xelet e. Lê di xeberdanê de her çawa talafûz bikî bike lêbelê ji kerema xwe di zimanê nivîskî de riayetê qaîdeyên rastnivîsînê bike. Û te çavkanî xwestiye ku çima bila wekî ya me be. Ji kerema xwe ji bo kurmancî hema li kîjan çavkaniyê binêrî binêre tu yê bibînî ku li wir di derbarê vê meseleyê de çi dibêjin. Lewma ji kerema xwe awayê rast bi kar bîne. Spas. -- Bikarhêner (talk)

Bikarhêner (talk)15:08, 9 January 2021