Guhertinên hin peyvan

Guhertinên hin peyvan

Merheba Kur. Ez difikirim ku hinek guhertinên te ne hewce ne. Wekî nimûne: Li vir (https://translatewiki.net/w/i.php?title=Wikimedia:Wikipedia-android-strings-reset_password_button/ku-latn&curid=5677946&diff=8164981&oldid=8153734) min gotiye "qeyd bike", te gotiye "tomar bike". Di tercumeya min de çi xeta, kêmasî an jî hewcehî hebû ku te vê guherandiye? Belê peyva "qeyd" ji zimanê erebî ketiye zimanê me. Lê li nava xelkê me bi pirranî (mirov dikare bibêje ji %90ê zêdetir ev peyv) tê bikaranîn. Herwiha ev peyv her çiqas ji zimanê erebî hatibin jî êdî bûne kurdî. Yek ji peyvên kurdî ne. Û ez van gotinan ne tenê li ser vê peyvê dibêjim. Li ser peyvên din yên mîna vê jî dibêjim: tesdîqkirin → pejirandin, encam → netîce, muhafeze kirin → parastin, ji kerema xwe → xêra xwe, fealiyet → çalakî, xeta → çewtî ...

Bikarhêner (talk)13:44, 18 June 2018

Silav, Min bi referansa wergerên Ubuntuyê wiha kir. Ji bo senkronîzasyona têgehên kompûtergeriyê, yanî ne ji hezkirina wan peyvan, ku tu kêfa min wekî mînak ji "tomarê" nayê.

Kur (talk)06:11, 19 June 2018
 

Ku ez ne kurdîperest im lê kurdî-parêz im hew, çi peyvên kurdî bin dixwaze resen bin dixwaze erebî û yên din ne xema min in, bira xelkê me bi kar bînin, bes e ji bo kurdîbûna wan û parêziyê. Bi silametî.

Kur (talk)06:44, 19 June 2018