User talk:Kur

From translatewiki.net
translatewiki.net
Introduction
Getting started
Translation tutorial
How to start
See also
Localisation guidelines
Translating offline
FAQ
Support

Hi Kur. Welcome to translatewiki.net!

You can now start translating.

You should also check the portal for your language, the link is in the sidebar. Other useful pages are linked in the menu next to this message.

Your translations are transferred to the standard product every few days or every few weeks, depending on the product. Please notice that it may take longer before you see your translation in the actual product.

We wish you a productive and pleasant stay. Please leave any questions on Support (the link is also available on any page, in the navigation sidebar). Cheers!


-- WelcomeMessageBot (talk) 17:40, 14 June 2018 (UTC)

Contents

Thread titleRepliesLast modified
Xêr hatî!022:17, 19 June 2018
Çend tiştên din207:13, 19 June 2018
Guhertinên hin peyvan206:44, 19 June 2018
Peyva Bilîze106:15, 19 June 2018

Xêr hatî!

Merheba Kur, bi xêr hatî û gelek spas bo alîkariya te! Bo agadarî : Portal:ku / Special:LanguageStats/ku-latn / [1] / CLDR

Ghybu (talk)21:55, 19 June 2018

Çend tiştên din

1- Li vir: https://translatewiki.net/w/i.php?title=Special:Translate&showMessage=android.ui.articlesearch_hint&group=kiwix&language=ku-latn&filter=&optional=1&action=translate Te wisa tercume kiriye "Li gotarên lêgerînê binivîsîne". Lê ez difikirim ku tam maneya vê nayê famkirin. Bi tirkî gotine "Makalelerde aranacak kelimeyi yazın". Maneya wergerên kurdî - tirkî ji hev hinek cuda tê xuyan. Cardin dikarî vê peyvê kontrol bikî? Bi soranî jî gotine "بنووسە بۆ گەڕان بەدوای وتاردا" (binûse bo geran beduway utarda).


2- Li vir: https://translatewiki.net/w/i.php?title=Special:Translate&showMessage=android.ui.bookmarks_restored&group=kiwix&language=ku-latn&filter=&optional=1&action=translate Bi inglîzî: "Bookmarks restored". Yanî bijare hatine tamîrkirin / sererastkirin. Lê te gotiye: "Bijare dîsa hat barkirin".


3- Li vir: https://translatewiki.net/w/i.php?title=Special:Translate&showMessage=android.ui.delete_zim_failed&group=kiwix&language=ku-latn&filter=&optional=1&action=translate Li vir û li çend cihên din te gotiye wek nimûne: "divê tu ... bikarbîne". Lê ez vê hevokê wisa dizanim: "Divê tu ... bi kar bînî". Kîjan ji van rast e?

Bikarhêner (talk)14:26, 18 June 2018

1- Heqê te heye bira, di xwendina ewil de, tu ma'neyekî nişankirî naye hişê meriv, xerabiyeke berbiçav di vê wergerê de heye. 'Type to lookup articles': Peyv di gotarê de bigere ~ Di gotarê de lê bigere. Nizanim, çawa bûn...

2- Bookmarks restored, min kir "sererastkirin".

3- Ya te gotiye (dawî-î) ji bo rastnivîsê rast e, ya ku min nivîsandiye(dawî -e) hînbûniya devoka min e mixabin, divê bêne sererastkirin. ji xwe ne hewce ye gotinê, divê cihê bêne nivîsandin. (: bi kar bînî)

Nîşe: Meriv çawa xwediyê/a guherandinan dibîne û mîna te kiriye, peyaman ji bo wergeran bişîne? Mixabin li serê min neket. Li beşa "wergerên bo kurdish" xwediyê wergerê tê dîtin lê... Gelo bi saya dîrokê? ..

Kur (talk)06:33, 19 June 2018

Erê, divê bitikînî ser "Dîrokê bibîne" û ji wir jî bitikîne ser navê bikarhêner, "User:..." û piştre jî yan dikarî li ser gotûbêja wî/wê binivîsî yan jî li aliyê çepê qismek bi navê "Qutiya amûran" heye. Di binê wê qismê de jî "Email this user" dinivîse. Ji wir jî dikarî ji wî/wê biharhênerê re e-mail bişînî.

Bikarhêner (talk)07:13, 19 June 2018
 
 

Guhertinên hin peyvan

Merheba Kur. Ez difikirim ku hinek guhertinên te ne hewce ne. Wekî nimûne: Li vir (https://translatewiki.net/w/i.php?title=Wikimedia:Wikipedia-android-strings-reset_password_button/ku-latn&curid=5677946&diff=8164981&oldid=8153734) min gotiye "qeyd bike", te gotiye "tomar bike". Di tercumeya min de çi xeta, kêmasî an jî hewcehî hebû ku te vê guherandiye? Belê peyva "qeyd" ji zimanê erebî ketiye zimanê me. Lê li nava xelkê me bi pirranî (mirov dikare bibêje ji %90ê zêdetir ev peyv) tê bikaranîn. Herwiha ev peyv her çiqas ji zimanê erebî hatibin jî êdî bûne kurdî. Yek ji peyvên kurdî ne. Û ez van gotinan ne tenê li ser vê peyvê dibêjim. Li ser peyvên din yên mîna vê jî dibêjim: tesdîqkirin → pejirandin, encam → netîce, muhafeze kirin → parastin, ji kerema xwe → xêra xwe, fealiyet → çalakî, xeta → çewtî ...

Bikarhêner (talk)13:44, 18 June 2018

Silav, Min bi referansa wergerên Ubuntuyê wiha kir. Ji bo senkronîzasyona têgehên kompûtergeriyê, yanî ne ji hezkirina wan peyvan, ku tu kêfa min wekî mînak ji "tomarê" nayê.

Kur (talk)06:11, 19 June 2018
 

Ku ez ne kurdîperest im lê kurdî-parêz im hew, çi peyvên kurdî bin dixwaze resen bin dixwaze erebî û yên din ne xema min in, bira xelkê me bi kar bînin, bes e ji bo kurdîbûna wan û parêziyê. Bi silametî.

Kur (talk)06:44, 19 June 2018
 

Peyva Bilîze

Peyva bilîze hê jî ji min re nerast tê xuyan. Eger bêjî "bilîzîne" wê ji min re ewqas xelet nehatiya xuyan lê "bilîzî" mîna ku nerast be. Ew kitêba ku te behs kir bi min re tine. Di wê kitêbê de wek "bilîzî" derbas dibe an wek "bilîzîne"?

Bikarhêner (talk)13:47, 18 June 2018

Li wê kitêbê tenê forma biryargirtî û varyansonên peyvan hene, mixabin kêşana lêkeran rê nade. Niha ji rûpela min çûye, min ê sererast bikira: Li wir wekî te got, ya "bilîzîne" rasttir xuya dike. seheta te xweş!

Kur (talk)06:15, 19 June 2018