Çend tiştên din

Çend tiştên din

1- Li vir: https://translatewiki.net/w/i.php?title=Special:Translate&showMessage=android.ui.articlesearch_hint&group=kiwix&language=ku-latn&filter=&optional=1&action=translate Te wisa tercume kiriye "Li gotarên lêgerînê binivîsîne". Lê ez difikirim ku tam maneya vê nayê famkirin. Bi tirkî gotine "Makalelerde aranacak kelimeyi yazın". Maneya wergerên kurdî - tirkî ji hev hinek cuda tê xuyan. Cardin dikarî vê peyvê kontrol bikî? Bi soranî jî gotine "بنووسە بۆ گەڕان بەدوای وتاردا" (binûse bo geran beduway utarda).


2- Li vir: https://translatewiki.net/w/i.php?title=Special:Translate&showMessage=android.ui.bookmarks_restored&group=kiwix&language=ku-latn&filter=&optional=1&action=translate Bi inglîzî: "Bookmarks restored". Yanî bijare hatine tamîrkirin / sererastkirin. Lê te gotiye: "Bijare dîsa hat barkirin".


3- Li vir: https://translatewiki.net/w/i.php?title=Special:Translate&showMessage=android.ui.delete_zim_failed&group=kiwix&language=ku-latn&filter=&optional=1&action=translate Li vir û li çend cihên din te gotiye wek nimûne: "divê tu ... bikarbîne". Lê ez vê hevokê wisa dizanim: "Divê tu ... bi kar bînî". Kîjan ji van rast e?

Bikarhêner (talk)14:26, 18 June 2018

1- Heqê te heye bira, di xwendina ewil de, tu ma'neyekî nişankirî naye hişê meriv, xerabiyeke berbiçav di vê wergerê de heye. 'Type to lookup articles': Peyv di gotarê de bigere ~ Di gotarê de lê bigere. Nizanim, çawa bûn...

2- Bookmarks restored, min kir "sererastkirin".

3- Ya te gotiye (dawî-î) ji bo rastnivîsê rast e, ya ku min nivîsandiye(dawî -e) hînbûniya devoka min e mixabin, divê bêne sererastkirin. ji xwe ne hewce ye gotinê, divê cihê bêne nivîsandin. (: bi kar bînî)

Nîşe: Meriv çawa xwediyê/a guherandinan dibîne û mîna te kiriye, peyaman ji bo wergeran bişîne? Mixabin li serê min neket. Li beşa "wergerên bo kurdish" xwediyê wergerê tê dîtin lê... Gelo bi saya dîrokê? ..

Kur (talk)06:33, 19 June 2018

Erê, divê bitikînî ser "Dîrokê bibîne" û ji wir jî bitikîne ser navê bikarhêner, "User:..." û piştre jî yan dikarî li ser gotûbêja wî/wê binivîsî yan jî li aliyê çepê qismek bi navê "Qutiya amûran" heye. Di binê wê qismê de jî "Email this user" dinivîse. Ji wir jî dikarî ji wî/wê biharhênerê re e-mail bişînî.

Bikarhêner (talk)07:13, 19 June 2018