Kiwix talk:Android.ui.download play/ku-latn/LiquidThreads
- [View source↑]
- [History↑]
Contents
Thread title | Replies | Last modified |
---|---|---|
Rastnivîs | 2 | 10:59, 16 June 2018 |
Merheba @Kur:, tu bi xêr hatî translatewiki.netê. Ez cara pêşîn e ku te li vir dibînim. Spas ji bo sererastkirinên te. Lê peyva "bilîzî" ji min re nerast tê xuyan. Min tev wiha bihîstibû li cem me: "Bilêzîne". Tu dikarî ji yekî ku bizanibe bipirsî û vê peyvê bidî kontrolkirin?
Silav @Bikarhêner, ji bo rastnivîsa vê peyvê min sûdê ji pirtûka "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî" wergirt. Ji bo çavkanî-girtina vê ferhengê sebeba mezin ev e ku zanyarên me yên ziman ên navdar û serkeftî îmzeyên xwe avêtine binê wê mîna Zana Farqînî, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî, û hwd. ku amedekarê M. Malmîsanij e. Hema li hemberî her bendê varyantên peyvê jî nivîsîne lê ya pêşniyazkirin a bend e. Her wiha di pirtûkê de peyv wiha hatiye pêşkeşkirin:
lîstin/ lehîstin, lehîztin, leyistin, leyizîn, leyîstin, leyîzîn, leyzîn, lîzin, lîztin: oynamak (r. 170)