Jump to content

Rastnivîs

Rastnivîs

Merheba @Kur:, tu bi xêr hatî translatewiki.netê. Ez cara pêşîn e ku te li vir dibînim. Spas ji bo sererastkirinên te. Lê peyva "bilîzî" ji min re nerast tê xuyan. Min tev wiha bihîstibû li cem me: "Bilêzîne". Tu dikarî ji yekî ku bizanibe bipirsî û vê peyvê bidî kontrolkirin?

Bikarhêner (talk)10:24, 16 June 2018

Silav @Bikarhêner, ji bo rastnivîsa vê peyvê min sûdê ji pirtûka "Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî" wergirt. Ji bo çavkanî-girtina vê ferhengê sebeba mezin ev e ku zanyarên me yên ziman ên navdar û serkeftî îmzeyên xwe avêtine binê wê mîna Zana Farqînî, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî, û hwd. ku amedekarê M. Malmîsanij e. Hema li hemberî her bendê varyantên peyvê jî nivîsîne lê ya pêşniyazkirin a bend e. Her wiha di pirtûkê de peyv wiha hatiye pêşkeşkirin:

lîstin/ lehîstin, lehîztin, leyistin, leyizîn, leyîstin, leyîzîn, leyzîn, lîzin, lîztin: oynamak (r. 170)

Kur (talk)10:55, 16 June 2018
 

Bi vê minasebetê, min wergerandina Kiwix-ê xelas kir bîska din. Gelo derfeta te ya venêrînê heye?

Kur (talk)10:57, 16 June 2018